Di êrîşên ser Başûrê Lubnanê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên piştî agirbesta 10 rojan de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 3 kes jiyana xwe ji dan.

Wezaretê ragihand ku 3 kes di êrîşa hewayî ya li ser rêya Şûkîn a li herêma Nabatiyeyê de jiyana xwe ji dest dan û  di êrîşeke din a li ser gundê Yater de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Ev êrîş piştî ragihandina agirbesta 10 rojan a di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de pêk hatin.
Balkêşe ku êrîş çend saet berî civîna duyemîn a plankirî ya di navbera balyozên Lubnanî û Îsraîlê de li Washingtonê pêk were, hatin kirin. Tê payîn ku hikûmeta Beyrûdê di vê civînê de daxwaza dirêjkirina agirbestê bike.